Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li Bexdayê ye
Serokê MÎT’ê Îbrahîm kalin bi serdanekê gihîşt Bexda û bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê re civiya. Tê gotin her du aliyan mijarên ewlehiyê gotûbêj kirine.
Serokê MÎT’ê Îbrahîm kalin bi serdanekê gihîşt Bexda û bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê re civiya. Tê gotin her du aliyan mijarên ewlehiyê gotûbêj kirine.
Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê derbarê serdana Serokê Saziya Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin a ji bo Iraqê û civîna wî ya bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê, Dadwer Faiq Zeydan re, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Serokê Saziya Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û şandeya pê re pêşwazî kiriye, her du aliyan mijarên ewlehiyê yên herêmê nirxandin.
Hat destnîşankirin ku di dema hevdîtinê de her du aliyan behsa şopandina pirsgirêkên ewlehiyê yên herêmê, gefên li ser aramiya herêmê û rêyên peydakirina agahiyên hevpar ên îstixbaratê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Iraqê bi sedan çeteyên DAÎŞ’ê ji Sûriyeyê veguhastine Bexdayê û di nav van çeteyan de bi dehan çeteyên xwedî nasnameya Tirkiyeyê jî hene. Hikûmeta Tirkiyeyê jî razîbûna xwe nîşan daye ku van çeteyên xwe wergire. Di heman demê de, li nav xelkê Iraqê de yek ji mijarên herî herî giring hebûna artêşa Tirkiyeyê ya di nav xaka Iraqê de ye, ku ev yek mîna binpêkirineke li ser serweriya xaka Iraqê tê qebûl kirin.
ÎBRAHÎM KALIN BI SEROKKOMARÊ IRAQÊ RE HEVDÎTIN KIR
Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî li Koşka Bexda û bi amadebûna serokê dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya Iraqê Hemîd El-Şetrî, bi serokê Saziya Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û şandeya pêre civiya.
Li gorî medyaya Iraqê di civînê de pêşketinên herî dawî yên herêmî û navneteweyî, her wiha rêbazên pêşxistina hevkariya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ya di warên ewlehî û îstîxbaratê de, bi awayekî ku berjewendiyên her du welatan biparêze, hatine nirxandin.
Tê gotin ku Serokomar Nizar Amêdî ragihand ku diyalog û jihev têgihîştin kevirên bingehîn ên kontrolkirina krîzan in. Nizar Amêdî behsa girîngiya yekkirina hewildanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên bo parastina ewlehiya hevpar û avakirina atmosferek aramtir a li herêmê kiriye.
Li gorî heman çavkaniyê serokê Saziya Îstîxbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî piştgiriya welatê xwe ya ji bo parastina hevkariya bi Iraqê re ya di hemû aliyan de dubare kiriye.